Li gorî Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehlul Beyt (s.x)- ABNA- Her çend peymana agirbestê ya di navbera rejîma Siyonîst û komên Filistînî de diviyabû şer bi dawî bihata, lê di şevekê de zêdetirî 100 Filistînî di êrîşên hewayî yên rejîma dagirker de şehîd bûn, di nav wan de 35 zarok jî hebûn. Yek ji hedefên van êrîşan kampek bû ku nexweşên penceşêrê lê diman.
Emma Graham Harrison, peyamnêra payebilind a Guardian li Rojhilata Navîn, di raporekê de nivîsand ku cîhan roja Çarşemê careke din bi wêneyên tirsnak ên wêrankirinê li Xezzeyê şiyar bû û pirsî: "Ma ev bi rastî agirbest e?" Wê zêde kir: "Bi navînî, ji dema ku peyman hatiye îmzekirin ve her roj deh Filistînî têne kuştin. Ger statîstîkên weha li deverek din biqewimin, dê jê re şerê çalak bihata gotin, ne agirbest."
Ofîsa(Deftera) medyayê ya hikûmetê li Xezzeyê berî êrîşên dawî ragihandibû ku Îsraîlê ji dema destpêkirina agirbestê ve herî kêm 80 caran peyman binpê kiriye. Lêbelê, rayedarên Amerîkî, di nav de Donald Trump, binpêkirinan kêm kirine û israr kirine ku peyman di meriyetê de bimîne.
Cîgirê Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê JD Vance êrîşên kujer wekî "pevçûnên sporadîk" bi nav kir û got ku agirbest dê bidome. Rojnameya Guardian di bersivê de nivîsand: "Ev gotin bi rastiya xwînî ya li Xezzeyê re berevajî ne, ku dengê teqînan nesekiniye û bêhna mirinê li her derê ye."
Ji aliyekî din ve, Bernameya Xwarinê ya Cîhanî ya Neteweyên Yekbûyî hişyarî da ku tevî vekirina qismî ya derbasgehên piştî peymanê, Şerîda Xezzeyê rojane tenê 750 ton xwarin werdigire, di heman demê de herî kêm 2,000 ton ji bo dabînkirina hewcedariyên xwe yên bingehîn hewce ne. Ev kêmbûn zêdetirî du mîlyon mirov di xetereya birçîbûnê û kêmbûna giran de hiştiye.
Li gorî Rojnameya Guardian, yek ji sedemên sereke yên tohmetên li dijî "Îsraîlê" astengkirina ketina alavên pîşesaziyê ye ji bo rakirina kavilan û derxistina cenazeyên bi hezaran Filistîniyên ku hîn jî di bin kavilan de asê mane. Rêxistinên mirovî her wiha hişyarî dan ku kêmbûna giran a kon û stargehên demkî bi nêzîkbûna zivistanê re heye.
"Jenosîd berdewam dike, lê bi awayekî cuda. Niha her tişt di bin siya agirbestekê de tê kirin; şerekî hêdîtir, lê bi destûra bêdeng a civaka navneteweyî."
Wî tekez kir ku rewşa heyî nayê domandin û heke pirsgirêkên bingehîn ên wekî serweriya li ser Xezzeyê û misogerkirina ewlehiya niştecihên wê neyên çareserkirin, îhtîmala vegera bo şerekî wêranker pir zêde ye.
Raport encam dide ku di demekê de ku rejîma Îsraîlê piştî bombebarana dawî careke din behsa "vegera agirbestekê" dike, gelê Xezzeyê di nav kavilan de li cenazeyên hezkiriyên xwe digerin, û di demekê de ku cîhan bêdeng e, agirbesta navborî bûye perdeyek ji bo berdewamiya kuştin û dorpêçkirinê.
..................
Dawiya peyamê
Etîket
Rojnameya The Guardian
Xezzeyê
Filistîn
Rejîma Siyonîst
Rojnameya Îngilîzî “The Guardian” di raporekê analîtîk de li ser berdewamiya hujûman a reşima sîyonîstî li ser Şerîta Xezze , herçend ku ateşbestek sê hefte berê hate ragihandin, nivîsîye ku ev peyman “tenê navê ateşbestê di xwe de didinî” û di rastiyê de tu aramîyek ji bo gelê Xezze neanîye.
Your Comment